Seva Bı Tır (ISBN: 9786054497362)
En Ucuz : 8,
En Pahalı 8,
Toplam 2 Satıcı
Sêva Bi Tîr çi qasî jî bi navî çîrokên gelêrî bi xwe ve girtibin jî, nivîskêr ev çîrokên navhatî bi şêweyê \'venivîsîn\'ê, bi hêz ű şiyana ku kelepora kurteçîroka nűjen dide nivîskêr, li ser asteke hêjayî gotinê, bêyî ku dest di mazmazka honaka wan a gelêrî wer de, bi Kurdiyeke yekgirtî, henűn ű terr ű teze, ji nű ve nivîsîne. Lewma jî, Sêva Bi Tîr ne ku êdî di destên xwendevanên xwe yên vê heyamê de dimîne wekî berhevokeke zargotinê, lê dibe tiştekî ji wê yekê ű biwêdetir ű nűjen, di nava qewareya deqên bi bingeha xwe gelêrî de, hem bîrtűjiya zimanê gel ű qewîniya honaka wêjeya devkî diparêze ű wê yekê digire tîne îro, hem jî dibe niműne ku reng e bi derfet ű delîveyên ku çîrokine me yên gelêrî yên nas didine me, ev ji nű ve bêne nivîsandin ű bikevine dilqên kurteçîroka nűjen, ku tixűbên wan hevbîr ű hevbirr in.
Hêjayî gotinê ye ku ev berhema di destê xwendevanên Kurd de ji kesên wekî çavkanî yên mîna Nűredîn Kalikî, Kara Omer, Silo Dêrî, Metîn Şekir ű Menîfa Çaliyê, ji aliyê nivîskar Mahsűm Nisêbînî ve hatine berhevkirin ű bi temayên xwe yên nas ve, ku guhertoyên van çîrokên navhatî li welatê me, li gelek deveran, bi devokên ciyawaz belav bűne, ji bo ku her kesekî Kurdîaxêv bi riya bîra hevbeş di wan bigihîje, her dîsa ji aliyê nivîskar Mahsűm Nisêbînî ve, ji nű ve, bi Kurdiya yekgirtî ű bi rêk ű pêk hatinenivîsandin.