Medrese (ISBN: 9786058813045)
En Ucuz : 8,
En Pahalı 8,
Toplam 2 Satıcı
Medrese - Ji Her Aliyî Ve Medreseyên Me ya Mela Birhanê Tarînî derket!
Medrese - Ji Her Aliyî ve Medreseyên Me, lêkolîn ű lêgerîna melayê hêja yê bi xwe derçűyî medreseyên Kurdan, Mela Birhanê Tarînî, ji aliyê Weşanxaneya Lîsê ve hate weşandin.
Wekî saziyeke dêrîn a ku rehên xwe bi kűrahiyên axa Kurdistanê de berdaye, medreseyên me ű hucreyên feqiyan roleke xwe ya pirr girîng di pergala perwerdehiyê ya li welatê me de her hebűye. Nivîskar Mela Birhanê Tarînî bi riya tecrubeyên feqîtî ű melatiyê ű çavdêriyên xwe yên di van deman de, mijara medreseyan tîne dixe rojeva me.
Medreseyên welatê me li ber jibîrbűnê ne. Pergala wan a perwerdehiyê ya bi sedan salan, li gorî bipêşveçűn ű geşedanên cîhana nűjen, reng e ku mirov bibêje, riziyaye, an jî êdî ji demê re nabe bersiv. Nivîskar Tarînî, di vê berhema xwe de xwe dispêre vê tespîta xwe ya girîng ű li jêr sernavên cihêreng, piştî ku behsa dîroka medreseyên me, hejmara wan, rola dîrokî ya medreseyên me ya di jiyana rojane ya Kurdan, zanista Kurdan ű wêjeya Kurdî de dike, îcar raz ű niyaza ku li ba gelek kesan heye, lê kêm kes behsê jê dike, eşkere dike ű pêşniyarên dilêrane tîne bo nűjenkirina medreseyên me, mifredeta wan, pê re jî rola wan a civakî ya li ser neteweya Kurd.
Îslam yek ji rastiyên welatê me ye ű \"medreseyên me yên welatparêz\" divê di navenda mijara medreseyan de bin. Li ser vê bingehê, berhemeke hêja, Medrese - Ji Her Aliyî Ve Medreseyên Me, ji Mela BirhanêTarînî.