Grammar Of The Kurmanji or Kurdish Language (ISBN: 9786055279752)
En Ucuz : 22.4,
En Pahalı 22.4,
Toplam 1 Satıcı
Kitêba E. B. Soane \"Grammar of the Kurmanji or Kurdish Language\" wekî çapa orijînal din av weşanên Avesta de derket. Behrűz Şűcaî di pêşgotina kitêbê de balê dikşîne ser girîngiya Soane ű wiha dibêje: \"Kitêba li ber destî, gramera kurmancî, yan zimanê kurdî, xîmê Ekola Brîtanî ya Etűdên Kurdî daniye. Nivîskar, Sergurd Ely Banister Soane (1881-1923), efserekî brîtanî bű, ku di sala 1902yê de çűbű Îranê. Şiyana wî ya zimanê farsî ű kurdî hindî baş bű, ku karî bi navê farsekî Îranê yê misilman here Kurdistanê ű ji bo maweyê çendîn salan li gelek deverên Kurdistanê, nemaze başűrê Kurdistanê bi vî qilix ű qiyafetê xwe yê îranî zanyariyên berfireh li ser çand ű zimanê kurdan berhev bike. Soane yekem brîtanî bű ku etűdeke zimannasiyê li ser kurdî binivîse. Mîrasa Soane ji bo zimanê kurdî dikare hem erênî ű hem nerênî bihête nirxandin. Soane, bi rexma ku xwediyê zanîneke sînorkirî li ser zimannasiyê bű, karî zimanê kurdî bi rojavayê, bi taybet Brîtanyayê, bide nasandin. Xebatên wî wekî rêveber li Kurdistana Iraqê destpêkeke baş ji bo transferkirina kurdî bo medyűmên nű wekî rojname ű xwandegehan bű. Bi handana vî cindiyî, tradisyoneke kurdîzaniyê li Kurdistana Iraqê hatedamezrandin. \"